Halis Akyıldız, Kaan Bozdoğan
24 Nîsan 2026•Rojanekirin: 24 Nîsan 2026
Serokomar Erdogan li Mizgefta Çamlicayê bi tekbîrên xwendekarên dibistanên îmam xetîban û şagirtên ku perwerdeya xwe ya hafiztiyê temam kirine hat pêşwazîkirin.
Bernameya ku suxte bi atqiyên ku li ser wan alaya Tirkî û ya Filistînê hebû beşdar bûn, bi tîlaweta Qurana Pîroz dest pê kir.
Erdogan li wê derê ayet û suretên eşra şerîf xwend û rêîsqurra Mustafa Demirkan jî di merasimê da dua kir.
Serokomar Erdogan di dawiya merasimê da bi şagirtan ra fotograf kişand.
Di merasimê da Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Safi Arpaguş, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Prof. Dr. Burhanettin Duran, Waliyê Stenbolê Davut Gul, Şaredarê Bajarê Mezin ê Erziromê Mehmet Sekmen, Serokê Parêzgehê yê AK Partiyê Abdullah Ozdemir, Miftiyê Parêzgehê yê Stenbolê Doç. Dr. Emrullah Tuncel, Serokê Berê yê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Mustafa Şentop, Serokê Berê yê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Ali Erbaş, Serokê Lijneya Bawermendan a Weqfa Belavkirina Îlmê Necmeddin Bilal Erdogan, mamoste, malbatên xwendekaran û welatî amade bûn.
Piştî merasimê, Serokomar Erdogan û kesên pê ra li wê derê nimêja xwe ya înê kirin.
Berî nimêja ku Serokê Karûbarên Diyanetê Arpaguş da kirin, xutbe bi zimanên Tirkî, Erebî, Îngilîzî û Japonî hat xwendin.