Elif Orhan
18 Îlon 2015•Rojanekirin: 18 Îlon 2015
Doza der barê kuştina nivîskar Mûsa Anter û birîndarkirina nivîskar Orhan Mîroglu ya ku der heqê 4 bersûcên ku di nav wan de Mahmut Yildirimê ku bi nasnava "Yeşîl" tê naskirin jî heye li Diyarbekirê hat vekirin, ji ber ewlehiyê li Enqereyê berdewam kir.
Bersûcê girtî Hamît Yildirim, bersûcê negirtî Savaş Gevrekçî, Dîcle Anterê kurê Mûsa Anterê midaxil û parêzerên aliyan beşdarî rûniştina li Dageha Cezaya Giran a 6emîn a Enqereyê bûn.
Serokê Dadgehê Afak Îlleez diyar kir nêrîna xwe ya ji bo ku bê tespîtkirin ku welatiyê bi navê Mahmut Ozerê ku li Belçîkayê mir û li Erzincanê hat definkirin Mahmût Yildirimê ku bi nasnava "Yeşîl" tê naskirin e an na qebra wî bê vekirin, nêrîna Tiba Edlî sitandin.
Îlleez got ku "Der barê mirina wî de belge hat pêşkêşkirin, me ji meqamên eleqedar re nivîs nivîsand. Heke hewce bike dê miameleyên der barê otopsî û vekirina qebrê de dê bên kirin."
Ji parêzerên miştekiyan Selîm Okçu îdia kir ku di nivîsên ku bi MÎTê re hatin kirin de der barê Mahmût Yildirim de agahiyên ku rastiyê nîşan didin bi dest nexistin, MÎT xwe dispêre verastkirinên qanûnî û agahî û belgeyan nade û delîlan vedişêre.
Okçu xwest ku bila bipirsin ka rûxsata çekê ji ku dane Mahmut Yildirim û xwest girtîmayîna bersûc Hamit Yildirim berdewam bike, bersûcê negirt Savaş Gevrekçî jî bê girtin.
Di vê navberê de bersûc Hamît Yildirim axivî û diyar kir ku tu eleqeya wî bi kuştina Mûsa Anter re tune û got ku "Min ev kar nekir, min di nav de cî negirt. Min Mûsa Anter nekuşt. Ez mirovekî alahez im, kurdekî bişeref im."
Dadgehê biryar da ku girtîmayîna bersûc Hamît Yildirim berdewam bike û daxwaza girtina bersûc Savaş Gevrekçî jî red kir.
Dadgehê her wiha biryar da ku li benda bersivên muzakereyên ku ji cihên eleqedar re nivîsandin, bimînin û rûniştin taloq kir.
Li gor nûçeya ku li Belçîkayê di malperekê de cî girt hatibû îdiakirin ku "Mahmut Yildirimê ku nasnava wî "Yeşîl" e û bi nasnameya ku ser navê Mahmut Ozer hatiye amadekirin li Vervîersa bajarê Belçîkayê dijî, li nexweşxaneya ji bo qanserê dihat dermankirin di 3yê temûzê de mir."
Ozer di 9ê temûzê de li Goristana Terzîbaba ya Erzincanê hatibû definkirin.