Nihat Kavşut
26 Adar 2020•Rojanekirin: 27 Adar 2020
Serokê Lijneya Perwerdeya Bilind (YOK) Prof. Dr. Yekta Saraç: "Heyama biharê li zanîngehan wê perwerdeya rû bi rû neyê dayîn."
Saraç li YOKê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî û destnîşan kir di çarçoveya tevdîrên ji bona vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da 12ê Adarê bi biryara dewletê li zanîngeh û dibistanan navber dane perwerdeyê.
Serokê Y0Kê Saraç destnîşan kir biryar dane ku îsal heyama biharê perwerdeyê tenê ji dûr va bi perwerdeya ji derva û dijîtal bidomînin.
Saraç destnîşan kir bername û dersên ku bi perwerdeya ji derva û dijîtal nayên dayîn wê havînê bên temamkirin.
Serokê YOKê Saraç diyar kir heyama biharê li zanîngehan wê perwerdeya rû bi rû neyê dayîn.
Saraç ragihand ku YKS wê di 25-26ê Tîrmehê da bê kirin û wiha axivî: "Beş û çarçoveya pirsan (YSK) wê bi Wezareta Perwerdeya Neteweyî ra li gor pêşniyazên wan bên diyarkirin. Xwendekarên ku wê bikevin îmtihanê bira rehet bin, wê mîna îmtihanên berê be."
Serokê YOKê Saraç der barê perwerdeya zanîngehan ya ji derva va da diyar kir ev ji bona hemû beşên perwerdeyê ye û wiha got: "Ji bona lîsans, pêşlîsans û lîsansa bilind li dar e. Em dixwazin di vê mijarê da îhmalkarî çênebe."