26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2016
ESKİŞEHİR
Hat ragihandin ku di nirxandina ezmûna Sîstema Jidûrvaxwendinê ya Zanîngeha Anadoluyê da guherîn çêbû.
Di daxuyaniya zanîngehê da hat diyarkirin ku li gor biryara ku Lijneya Perwerdeya Bilind (YOK) di 18ê adarê da dabû di heyama perwerdeyê ya 2016-2017an da di nirxandina ezmûna fakulteyên îqtisad û îşletmeyê da ewê 4 şaşî rastiyekê bibin, ev jî bi destê Senatoya ZAyê hat tesdîqkirin.
Ji bersivên rast ên xwendekaran ew ê qasî ji çar payan payekê şaşiyan rastî bên birin û li gor rastên ku dimînin puanê bê hesabkirin.