İbrahim Atmaca
30 Gulan 2019•Rojanekirin: 31 Gulan 2019
Li gor danezana ser malpera înternetê ya Serokatiya Navenda Pîvan, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM), ji bo Testa Sereke ya Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) ku wê di 15ê hezîranê da were kirin, ji bo Testa Beşan û ku wê di 16ê hezîranê da were kirin û ji bo Testa Zimanê Biyanî amadekarî kuta bû û avahî û salonên ku wê ezmûn çêbe kifş bûn.
Kesên ku wê bikevin ezmûnê dikarin belgeya ketina ezmûnê li ser navnîşana "https://ais.osym.gov.tr"yê ya OSYMyê bi nimreya nasnameya xwe ya K.Tyê û şîfreya xwe va hîn bibin.
Ji bo Testa Sereke û ji bo Testa Beşan namzed wê ji saet 10.00î şûnda, ji bo Testa Zimanê Biyanî jî wê saet 15.30î şûnda nikaribin têkevin avahiya ku ezmûn lê tê kirin.