ANKARA
Piştî Zanîngeha Artûklû ya Mardînê, Zanîngeha Mûş Alparslan û Zanîngeha Bîngolê, Zanîngeha Van 100. Yilê jî dest bi girtina xwendekarên lîsansa bilind a kurdî kir. Rektorê Zanîngeha Van 100. Yilê Prof. Dr. Peyamî Battal pirsên nûçegîhanê AAyê persivand û îfade kir ku eleqeya ji bo bernameyên lîsansa bilind a bitêz û bêtêz a Şaxa Zanista Sereke ya Çand û Enstîtuya Zimanên Zindî ya Kurdî pir e û li bendê ne ku ji hezarî zêdetir serîlêdan bibin.
Battal bi bîr xist ku, kurdî li dibistanên Wezareta Perwedeyê wek dersa bijarte tê dayin û got: "Di encama guftûgoyên ku me bi namzetan re kir de me dît ku xwendekar li benda tayînê ne. Dibe ku bi vê hêviyê serî li lîsansa bilind didin." Battal der barê tayînkirina mamosteyên kurdî de jî axivî û diyar kir ku ji bo vê yekê Wezareta Perwedehiyê ya Neteweyî rayedar e. Battal got ku wan tu hevdîtin li ser vê mijarê bi rayedarên Wezaretê re nekiriye û tu garantiya tayînê nedane.
Battal îfade kir ku Zanîngeha Van 100. Yilê îsal cara ewil dest bi perwerdehiya lîsansa bilind ya zaravayên zazakî û kurmancî yên kurdî kir û li gor vê jî hemû xebatên xwe yên binesaziyê temam kirine. Battal diyar kir ku dê namzetan li gor encama ezmûnê bigrin û wiha got: "Li Zanîngeha Van 100. Yilê mamosteyên xwedîtecrube hene û dê bi girtina akademîsyenên nû xurtir bibin."
Serlêdan dewam dikin
Ligel Zanîngeha Van 100. Yilê li Zanîngehên Mardîn Artûklû, Mûş Alparslan û Bîngolê jî serlêdan dewam dikin. Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Bîngolê Doç. Dr. Nusrettîn Bolellî diyar kir ku eleqeya ji bo kurdî her roj zêdetir dibe û li bendê ne ku 500 namzet serî li bernameya lîsansa bilind a kurdî bidin.
Bolellî da zanîn ku kesên ku dikarin bikevin ODTUyê beşên zimanên kurdî tercîh dikin. Bolellî bi bîr xist ku welatî dixwazin çand, ziman, wêje û folklora xwe hîn bibin û wiha pê de çû: ''Hata niha axaftina bi kurdî qedexe bû. Kesên ku guhdariya stranên kurdî dikirin rastî êşkenceyê dihatin. Hikûmetê dest bi pêvajoyekê kir. Niha qedexe hatin rakirin û em eleqeyeke mezin dibînin.''
Bolellî diyar kir ku ji bilî pêvayoya ku hikûmetê dest pê kir hêviya tayîna mamosteyên kurdî jî bandorê li vê daxwaza zêde dike. Bolellî der heqê mamosteyên kurdî de jî axivî û eşkere kir ku ji rayedarên hikûmetê soz girtin ku xwendekarên ku perwerdeya xwe biqedînin wê wek mamosteyên bipeyman bên tayînkirin.
Piştî ku îsal Van 100. Yilê jî dest bi bernameya lîsansa bilind a kurdî kir hejmara zanîngehên ku perwerdeya kurdî didin bûn çar. Zanîngeha Van 100. Yilê daxuyand ku wê xwendekarên lîsansa bilind bigrin û ji bo vê ji 60 kontenjan veqetandine.
Xwendekar dê ji bo Zanîngeha Van 100. Yilê di 3-4 ên îlonê de bikevin ezmûna zanistê. Xwendekarên ku bi ser kevin dê di 9ê îlonê de beşdarî mulaqatê bibin.
Serlêdanên Zanîngeha Mûşê jî dê di 23yê tebaxa 2013yan de bidawî bibin. Dê 10 xwendekaran bigrin beşa bitêz, 100 xwendekaran jî bigrin beşa bêtêz. Namzet dê 26ê tebaxa 2013an de beşdarî ezmûnê bibin. Muracatên Zanîngeha Bîngolê dê 29ê tebaxa 2013an de bidawî bibe. Zanîngeh dê ji bo beşa zazakî ya bitêz 5 xwendekar û ji bo beşa kurmancî ya bitêz jî 20 xwendekara bigre. Namzet dê 2yê îlonê de bikevin ezmûna zimanê biyanî, di 4ê îlonê de jî bikevin ezmûna zanistê.
Zanîngeha Mardîn Artûklûyê 5 jê biyanî bi tevahî 20 xwendekaran ji bo beşa bitêz hilde û ji bo ya bêtêz jî 250 kontejan veqetand. Dê ezmûn di 24-25ê tebaxê de bên kirin.