Haydar Şahin
26 Mijdar 2020•Rojanekirin: 26 Mijdar 2020
Prof. Dr. Halîs Aygunê Serokê Navenda Bijartin, Pîvandin û Bicîkirinê (OSYM) diyar kir encama Ezmûna Bijartina Personelên Dewletê (KPSS) ya pêşlîsansê hat eşkerekirin.
Aygun di daxuyaniya li ser Twitterê da got, "Encama KPSSya pêşlîsansê ya me di 25ê cotmehê da kiribû hat eşkerekirin. Encamên ezmûnê bi xêr be."
Namzedên ketin ezmûnê dikarin li er navnîşana "https://sonuc.osym.gov.tr"yê ya OSYMyê bernameya mobîl a OSYMyê bi nimareya xweya welatîbûnê ya T.C.yê encama ezmûna xwe bibînin.