Ahmet Sertan Usul
21 Sibat 2023•Rojanekirin: 22 Sibat 2023
ANKARA (AA) - Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, ragihand ku ji 10 wîlayetên ji erdhejên bi navend Kahramanmaraşê bi bandor, neqla 99 hezar û 853 xwendekarî hat kirin.
Wezîr Ozer di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got, "Di çarçoveya neqla xwendekarên me yên li 10 wîlayetan ji bo wîlayetên din de, neqla 99 hezar û 853 xwendekarên me hat kirin. Ewladên me siberoja me ne. Em ê di her derfet û şert û mercî de bi berdewamî li cem wan bin."
Di parvekirinê de der barê hinek wîlayetên ku neqil ji bo wan hat kirin de jî agahî hatin dayin. Li gorî wê 13 hezar û 110 ber bi Enqereyê, 10 hezar û 272 ber bi Mersînê, 9 hezar û 380 ber bi Antalyayê, 6 hezar û 47 ber bi Konyayê, 5 hezar û 898 ber bi Stenbolê, 3 hezar û 831 ber bi Îzmirê, 3 hezar û 629 ber bi Muglayê, 3 hezar û 66 ber bi Aydinê, 2 hezar û 940 ber bi Kayseriyê û 2 hezar û 598 ber bi Bursayê ve hatin neqil kirin.