29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbakirê 40 hezar kes beşdarî ezmûna siyerê ya bi xelata umreyê ku ji hêla Platforma Evîndarên Pêxember hat çêkirin bûn.
Platforma Evîndarên Pêxember a ku navenda wê li Diyarbekirê ye azmûna siyerê ya xelata wê umre bû li dar xist. Îsal cara şeşemîn e ku ev ezmûn bi slogana " Wî bixwîne, Wekî wî bijî" tê çêkirin.
Kordînatorê Bajarê Diyarbekirê yê Platformê Cemîl Cahît Unsal daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew dixwazin bi vê ezmûnê balê bikşînin ser jiyana Hezretî Mihemed Pêxember û wek wî jiyînê û wiha pê da çû: "Çareserî di bin siya Qur'an û sunetê da ye. Em zanin ku derman û çareseriyê derd û kulên gel ev in.
Unsal destnîşan kir ku li seranserê Diyarbekirê li 33 dibistanan ezmûna siyerê hat kirin û 40 hezar kes beşdar bûn.
Reyhan Furkan (12), Suzan Gokgoz (20) û Emîne Sevîm (20) ji kesên ezmûn li dar xistin ra spas kirin û gotin ku lazim e mirovahî jiyana Hezretî Pêxember bizanibe û li ser exlaqê wî bijî.