Abdullah Tel
22 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2018
ANKARA
Rûniştina ewil a Ezmûna Bijartina Personelên Qamuyê (KPSS) ya ku ji beşên Hunera Giştî û Çanda Giştî ya Lîsansê pêk tê û Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) birêva dibe, dest pê kir.
Di rûniştina Hunera Giştî û Çanda Giştî ya Lîsansê ya ewil da milyon û 234 hezar û 617 kes beşdar dibin. Kesên ji bo beşdarî ezmûna Hunera Giştî û Çanda Giştî ya Lîsansê ya KPSSyê bibin piştî saet 10.00î hilnedan avahiyên ezmûn lê tên kirin.
Di ezmûnê da 120 pirs hene û ji bo vê jî 130 deqîqe muhlet hatiye dayîn.
Îro piştî nîvroyê jî Ezmûna Zanistên Perwerdehiyê heye û ji bo beşdar bûnê jî 440 hezar û 324 kesan serî lê dane. Ew kes jî ji saet 14.30yî pê va wê hilnedin avahiyên ezmûn lê hene.