İbrahim Atmaca
19 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2017
ANKARA
Wezareta Perwerdeya Millî ragihand ku encamên tayînkirina 20 hezar mamosteyên bipeyman wê îro were eşkerekirin.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Twîtterê yê fermî yê wezaretê hat dayîn, encamên tayînkirinê wê di saet 16.30î da li ser navnîşana "atama.meb.gov.tr"yê were eşkerekirin.
Serlêdanên tercîha mamostetiyê di navbera 10-17ê tîrmehê da hatibûn kirin.