Şeyma Güven
20 Hezîran 2026•Rojanekirin: 20 Hezîran 2026
Ezmûna Têrdariya Bingehîn (TYT) rûniştina pêşî ya Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS), ya ku Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicîhkirinê (OSYM) li dar dixe, bi dawî bû.
Ezmûna TYTê ya ku di çarçoveya 2026-YKSê da li 81 parêzgehên Tirkiyeyê digel Lefkoşaya paytexta Qibrîsa Bakur ya Komara Tirk û Belgrada paytexta Sirbistanê tê lidarxistin û saet di saet 10.15an da dest pê kiribû, bi dawî bû.
TYTya ku 15 hezar û 360 jê kêmendam, 2 milyon û 425 hezar û 628 namzêdan serî lê da ye, ewê îsal li 7 hezar û 202 avahî û 134 hezar û 675 holan bê kirin û 340 hezar û 321 kest tê da wezîfedar bûn.
Di ezmûna TYTê da, 40 di Testa Tirkî da, 20 di Testa Zanistên Civakî da, 40 di Testa Matematîkê ya Bingehîn da û 20 di Testa Zanistên Fenê da, bi tevahî 120 pirs ji namzêdan hatin pirsîn û ji bo bersivdayinê 165 deqîqe wext hatibû dayîn.