Haydar Şahin
04 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2019
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê got piştevanî û bihevrabûn du esasên sereke yên NATOyê ne, Tirkiye ji mitefîqên xwe hêvî dike ku li dijî PKK, DEAŞ, FETO jî tev û hemû terorê bi gavên berbiçav li cem bisekinin.
Kalin li ser hesabê xwe Twitterê der barê Lûtkeya NATOyê ya li Îngiltereyê hat lidarxistin da peyam weşand.
Kalin di peyama xwe da wiha got: "Piştevanî û bihevrabûn du esasên sereke yên NATOyê ne, Tirkiye ji mitefîqên xwe hêvî dike ku li dijî PKK, DEAŞ, FETO jî tev û hemû terorê bi gavên berbiçav li cem bisekinin. Axaftin girîng nîne kirin girîng e. Hetanî ku em gişt di ewlehiyê da nebin ji me kesek di nav ewlehiyê da nîne."