Mikail Bıyıklı
16 Gulan 2025•Rojanekirin: 16 Gulan 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi mebesta beşdariya Şeşemîn Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropayê bi balafira taybet çû Tîrana paytexta Elbanyayê.
Serokomar Erdogan li Mêvanxaneya Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê ji aliyê Waliyê Stenbolê Davut Gul û Serokê AK Partiyê yê Parêzgeha Stenbolê Abdullah Ozdemîr va hat oxirkirin.
Digel Serokomar Erdogan, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Alîkarê Serokê Giştiyê AK Partiyê û Serokê Polîtîkayên Tendirustiyê Prof. Dr. Halit Yerebakan û Serşêwirmendê Ewlekariyê û Polîtîkaya Derva yê Serokomar Akif Çagatay Kiliç jî çûn Tîranê.
Tê çaverêkirin ku Serokomar Erdogan di çarçoveya serdana xwe da, di rûniştina Sereke ya lûtkeya ku dê bi mazûvaniya Elbanyayê bi mijara "Di Cîhaneke Nû da Ewropaya Nû: Yekîtî-Hevkarî-Çalakya Hevbeş" bê lidarxistin, gotarê pêşkêş bike.