Abdullah Tel
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
KAHRAMANMARAŞ
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Mahîr Unal: "(Der barê ankêtan da) Kemal Kiliçdaroglu ji Muharrem Inceyê di bandê da ji sedî 30-32 bi cih bûye heke serokomar derbixe tê wê meneyê ku mîna ji kêça rûn derxe."
Unal: "Ev eşkere xuya dike. Tê gotin ku rayên HDPyê di hilbijartina serokomariyê da wê ji Muharrem Înce ra biçin û hin rayên CHPyê jî ji bo ku ji bendê derbas bibe wê ji HDPyê ra biçin. CHPyê li pêş çavan bi HDPyê ra îtifaq çênekir lê bi awayeki înformel wê îtifaqê didomîne."
Unal ji bona mitînga Muharrem Înce ya li Diyarbekirê wiha got: "Ala û dirûşmên ji bona Selahattîn Demirtaş nîşan dan ku yên li wir hilbijêrên HDPyê bûn. Li vî welatî parlamenter, serokên bajaran û siyasetmedarên HDPyî bi salan ji bona zarokan bişînin kadroyên çiyê li navendên partiyê û qaşo navendên çandê her cure xebat kirin. Xwîna zarokên ku şandin çiyê bi destê siyasetmedarên HDPyî geriyaye."
Unal: "Tirkiye sala 2002yan di warê xebatên li ser perwerdeyê da di nav 20 dewletan da li dawiyê di rêza duyemîn da bû. Îro jî Tirkiye di rêza yekê da ye. Loma jî xelkê li meydanê dibêje 'Çi bike dîsa AK Partî dike.'"
Mahîr Unal: "(Îdiaya ku Adîl Oksuz li Almanyayê xwe vedişêre) Di destê me da ji bo vê yekê agahiyeke fermî ya ku em bikaribin bibêjin wisa ye, tuneye. Aciziya me li hemberî helwesta Almanyayê ya ji bo mensûbên FETOya rêxistina terorê li meydanê ye, me ev yeka bi rayedarên herî asta bilind ra jî parve kir. Di destê me da agahî hene ku gelek mensûbên FETOyê yên berê di ewlehî û darazê da bûn li Almanyayê ne û ji bo vê jî em bi Almanan ra diaxivin. Em li bendê ne ku di rojên pêş me da hikûmeta Almanyayê di vê mijarê da gavên erênî biavêje."