ANKARA
Di çarçoveya operasyona ku navenda wê Enqere ye û ji bo "rêxistina paralel" û guhdarkirinên dereqanûnî yên di Ewlehiyê da dest pê kir da 28 gumanbar şandin edliyeyê.
Gumanbarên ku kar û barên wan ên fermî li Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ta Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê temam bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Gazî Mustafa Ataturk ji kontrola tenduristiyê derbas bûn.
Gumanbarên ku anîn Edliyeya Enqereyê wê îfadeyê bidin serdozgerên komarê.
Di çarçoveya lêpirsînê da li 20 bajaran operasyonê dest pê kiribû û der heqê 54 kesan da biryara qefaltin û binçavkirinê hatibû dayîn. Ji van 43 kes hatibûn binçavkirin û 15 kes jî piştî îfadedayînê serbest hatibûn berdan.