MARDÎN
Parlementerê Serbixwe yê Mardînê Ahmet Turk diyar kir ku ew ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mardînê bernamzet e.
Turk di daxuyaniya ku da nûçegîhanê AAyê de destnîşan kir ku di hilbijartinên herêmî de dê ji Mardînê bibe namzed û wiha dewam kir: "Ez 40 sale ku di nav siyasetê de me. Ez dixwazim ku van tecrubeyên min bi kêrî gel bê û bi piştgiriya BDPê û gelê xwe ve ez ji herêmê re xizmetê bikim. Ji bo vê jî min biryar da ku ez ê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mardînê bibim bernamzet. Bi bernamzetên din re em ê tevlî hilbijartinê bibin. Bi hilbijartina partî û gelê me ve kî layiqî vê wezîfeyê be dê bê hilbijartin. Ez dixwazim xebatên ji bo bernamzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mardînê bi gelê xwe re bikim. Ji bo vê jî ez li benda piştgiriya gel im."
Turk der barê tehliyekirina Mûstafa Balbay de jî fikrên xwe anî ziman û dest nîşan kir ku girtina kesên hilbijartî "şerma demokrasiyê ye" û wiha pê de çû: "Mixabin girtinên pir dirêj dibin sedema mexdûriyê. Balbay hat tehliyekirin. Em dixwazin parlementerên me û ew hevalên ku hatine hilbijartin jî bên tehliye kirin."