Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Navenda Giştî ya AK Partiyê axivî û wiha got: "Beriya her tiştî divê em vê yekê bizanibin, nîşan bidin û her kes jî bibîne ku AK Partî serfirazê vê hilbijartinê ye û yekemîn e. Di vê yekê de şik û guman tuneye. Bila tu kes di hilbijartina ku têk çûye de ji bo xwe qala serfiraziyê neke. Lazim e ku her kes muhasebeya xwe bike."
Serokwezîr Davutoglu got ku "Biryara miletê me biryara herî payebilind e, biryara dawîn e" û wiha axivî: " Divê hemû partiyên siyasî û alî rêzê nîşanî vê biryarê bidin. Ez ji vê derê ji meqamê demokrasiyê yê AK Partiyê bang dikim, ji balqonê bang dikim. Biryara miletê me li ser her tiştî ye û biryar çi hewce dike ew ê bê kirin."
Davutoglu got ku "Ji bo meşên mezin ên dîrokî wexteka ku ji 12-13 salan pêk tê dest pê kir. Hemd ji Xwedê re me îmzeya xwe avêt bin serfiraziyên mezin, serfiraziyên ji wan mezintir li benda me ne. Em ê bi qasî gavekê jî nesekinin û ji milet dûr nekevin. Tevgera AK Partiyê tevgereka exlaqî ye, tevgereka dilpakiyê ye."
Davutoglu diyar kir beriya vê hilbijartinê qala gelek şaîbeyan kirin û hewl dan ku leke li demokrasiya me bixin û wiha axivî: "Ez vê gavê dipirsim, bi vê tecrubeya demokrasiyê va gelo Tirkiyeyê xwe îsbat kir? Beriya (hilbijartin) were kirin hinekan bi awayekî hewl dan şiklê (hilbijartinê) kifş bikin û ji bo vê jî gotegot derxistin. Divê ev kes niha şerm bikin. Demokrasiya tirkan xurt e. Bi tu awayî wê şaîbe vê demokrasiyê lawaz neke. Heta niha wisa çêbûye, ji vir şûnda jî wê wiha bibe."
-"Gelê me divê bi awayekî ewledar li dahatûyê binêre"
Serokwezîr Davutoglu wiha axivî: "AK Partiyê ji 76 bajaran parlementer derxist. Li 6 bajaran bû partiya ewil. Partiya ku li 6 herêman bû partiya ewil AK Partî ye. Min bi taybetî gotinên partiyên din guhdarî kir ku hela dibêjin çi, paşê derketim vê derê. Partiya mixalefeta sereke serfiraziyê îlan dike lê belê nikare ji 37 bajaran parlementeran derxe. Partiya di rêza 3yan da nikare ji 32 bajaran parlementeran derxe. Partiya di rêza 4an da ya îdia dike ku serfiraziyeke mezin bi dest xist nikare ji 56 bajaran parlementaran derxe."
Davutoglu got ku "Em ê nirxandina xwe bikin" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em ê xwe binirxînin. Lê belê bira rind bê zanîn ku dema ku em xwe binirxînin em ê gavên ku ji bo hizûra miletê me hewce dikin jî îstişareyan bikin û di dema ku hewce dike da jî gavên xwe biavêjin. Divê gelê me di nav hizûrê da bijî. Divê gelê me motanî demên din bi ewledarî li pêşerojê mêze bike. Lewra AK Partiya bingeha gel li ser wezîfeyê ye û ew ê li ser wezîfeyê be jî."
-"Divê bi hesabên biçûk hewl nedin ku ji xwe re serkeftinê derxînin"
Davutoglu got ku "Divê bi hesabên biçûk hewl nedin ku ji xwe re serkeftinê derxînin" û ev gotin:
"Ji ser hesabên biçûk û têkçûnan ve divê hewaya serfiraziyê neavêjin. Em ê nirxandina xwe bikin. Lazime herkes nirxandina xwe bike. Li Tirkiyeyê ji bo hizûr û îstiqrarê di mijara çêkirina makezagoneke sivîl de û di meseleya ku em Makezagona 12 Îlonê ji dîrokê rakin carek din bangî hemû partiyên din dikin. Em ji bo derbasî makezagoneke nip û nû ya azadîxwaz, li gor rûmeta mirov û ciwanan ji bo pêşerojê amade bike bang dikin."
-"Her partî divê mesafeyek bixe navbera xwe û şîdet û terorê"
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku her partî divê mesafeyek bixe navbera xwe û şîdet û terorê û got ku her partî divê şûna polîtikayeke rageşîker, nêrîna pevçûnker divê formulên herî baş ê ku difikire nîşan bide.
Davutoglu axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em her fikrê qebûl dikin. Amade ne ku li ser her fikrê biaxivin. Lê em tiştekî qebûl nakin. Êdî dê li Tirkiyeyê car din derbe û çanda wesayetê çênebe. Dê tu hêznikare li ser vîna neteweyî bibe serdest. Tu lobî, tu alî dê hewl nede ku çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike. Va ye ji bo vê yekê divê her kes nêrînên xwe yên der barê xwe, partiya xwe, welatê de derxîne holê. AK Partî di heyama îqtidara xwe ya bi qasî 12 salan de van bi îcreatên xwe nîşan da. Ji niha pê ve jî bila bi her halê ve, her awayî ve bê zanîn ku AK Partî biryardar e ku ji bo gel a baş kîjane wê bike û dê vê biryardariya xwe heta hetayê jî berdewam bike."