Hêzên Amerîkayê alîkariya çek û amûrên tibbî da hêzên kurdan yên ku li Kobanê bi DÎŞIyê re şer dikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) de hat destnîşan kirin ku, hêzên Amerîkayê ji hewa ve gelek alîkarî da hêzên kurdan yên ku li Kobanê dijî DÎŞIyê bajêr diparêzin.
Li gor daxuyaniyê alîkariya çek, cebirxane û amûrên tibbî bi destê rayedarên kurdên li Iraqê hat peyda kirin û bi balafira neqliyeyê ya bi tîpa C-30ê hat kirin. Balafir piştî ku alîkarî danî, ji herêmê sax û silamet vegeriya.
Li gor daxuyaniyê artêşa Amerîkayê heta niha 135 êrîşên esmanî birin ser DÎŞIya li Kobanê.
- Alîkarî ji 27 konteyneran pêk tê
Rayedarekî payebilind yê amerîkayî got ku Serokê Amerîkayê Obama der heqê alîkariyê de agahî da Serokomar Erdogan.
Rayedarên payebilind yên amerîkayî bi telekonferansê agahî dan rojnamegeran û gotin ku li Kobanê şerekî giran didome, ji ber vê çendê Obama xwest ku ji bo vê mijarê hewl bide.
Rayedaran ragihand ku di vê çarçoveyê de alîkariya ku bi balafirên Amerîkayê hat dayîn, ji aliyê Herêma Kurdistana Iraqê ve hat şandin û alîkarî bi tevahî ji 27 konteyneran pêk hat. Her wiha hat gotin ku alîkarî ji çekên sivik, cebirxane û amûrên tibbî pêk tên.