MANÎSA
Arîkarê Serokwezîr Arinç der barê Twitterê de wiha got:
"Heke ku Twitter gorî biryara dadgehê tevbigere peywirdarên me jî dê vekin. Bi têgihîştineke du alî ve dibe ku Twitter îşev jî vebe. Bila tu kes di meraqê de nemîne. Em piştevaniya başitî û sipehitiyê dikin. Helbet em jî ji xweşikayiya Twitterê haydar in."
Arinç di bernameyeke ku di Manîsa Medya TVyê de hat weşandin de bersiva pirsan da û diyar kir ku dê li hember namzedên hemû partiyên ku dê di hilbijartinên herêmî de serbikevin, rêza xwe nîşan bide.
Arinç bal kişand ku înternet dinyayeke gelekî muezem e û ev dinya ji bo mirovan gelekî kêrhatî ye û nabe ku mirov xeyala dinyayeke bêyî înternetê bike.
Arinç diyar kir ku kesên ku di jiyana rastîn de sûcan dikin di vê dinyaya sanal de jî hene.
"Min nekarî ku ez lê binêrim"
Arinç anî ziman ku wî nekarî li wê dîmena ku xwendekarekî zanîngehê pisîkek perçe perçe kir û kuşt, binêre û wiha dewam kir: "Tenduristiya ruhê mirovan hem li Tirkiyeyê û hem jî li seranserê dinyayê xerab bûye. Ji wan kesên ku dixwazin diya xwe serjê bikin bigre heta hevgana heywanan û pornoya zarokan gelek bêexlaqî di dinyaya sanal de cî digrin."
Arinç destnîşan kir ku înternet nehatiye qedexekirin, tenê der barê wan hesaban de biryara dadgehê hatiye tetbîqkirin û wiha pêda çû:
"Heke ku Twitter gorî biryara dadgehê tevbigere peywirdarên me jî dê vekin. Bi têgihîştineke du alî ve dibe ku Twitter îşev jî vebe. Bila kes di meraqê de nemîne. Em piştevaniya başitî û sipehitiyê dikin. Helbet em jî ji xweşikayiya Twitterê haydar in. Em xizmetê xwe yên bifeyde li Twitterê dinîvîsînin. Bo nimûne min tenê got ku 'îro ez ê serê sibehê biçim Akhîsarê. Ez qala karên xwe dikim. Çawa gihîştê, wê çaxê çawa çêbû? Ji der û dor li min digerin û dibêjin ku 'tu kes nikare Tweet bavêje, lê çawa dibe ku hûn dikarin bavêjin'. Hewleke me ya taybet çênebû. Heta Xwedê jî deriyan li merivan vedike. Heke ku niyeta mirov pak be deriyên Twitterê jî li mirov vedibin."