Elif Orhan
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
LONDA
Serokwezîr Yildirim: (Civînên Astanayê) Ev pêvajo pêvajoyeke wisa nîne ku li Cenewreyê ji bo aştiya mayînde bibe asteng, pêvajoyeke ku reqabetê dike nîne. Ev pêvajo di rastiya xwe de ji bo ku Sûriye biguhere birêvebiriyeke ku yekîtiya axê esas digire û hemû komên etnîk ên ku tevî terorê nebûne bên temsîlkirin, berdewam û biîstiqrar pêş amadehiyek e. Di vê mijarê de divê hem welatên ku hêza koalîsyonê pêk tînin hem jî Amerîka ji niha pê ve bêtir berpirsyarî hildin ser xwe."
Yildirim: "Me di mijara têkoşîna dijî DEAŞê de di çarçoveya Mertala Firatê de karên girîng kirin. Me 3 hezar û 600 mensûbên rêxistina DEAŞê berterefkirin. Di nav axa Sûriyeyê de. Her wiha me 50 hezar şervanên hewl didan ku bikevin welatê me, me destûr neda kesên ku 54 welatên cuda hatin bikevin welatê me, me ew ji derî paş ve şand. Her wiha me ji 5 hezarî zêdetir mensûbên DEAŞê binçav kirin. Ji vana dora 3 hezarî hatin girtin, xistin girtigehê. Ji aliyekî ve têkoşîna hiqûqî berdewam e ji aliyê din ve jî têkoşîna ku esasa wê ewlehî ye bi biryardarî berdewam dike."