HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî bi Balyozê Bexdayê yê DYAyê Robert Stephen Beecroft re hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya HKIyê de hat weşandin Barzanî bi Beecroft re li avahiya xwe ya li Selahaddînê hat bal hev. Barzanî û Beecroft di hevdîtinê de qeyrana siyasî û leşkerî ya li welêt ya ku piştî êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) derket, nirxandin. Barzanî û Beecroft fikarên xwe yên ji ber rewşa heyî anîn zimên. Di hevdîtinê li ser çareseriyên qeyrana heyî sekinîn û her du alî jî di heman fikrê de ne ku pirsgirêk ji ber îqtidara siyasî derketin.
Barzanî di axaftina xwe de diyar kir ku bûyerên ku diqewimin encama siyaseta xelet a hikûmeta navendî a Bexdayê ne û wiha axivî: "Rewşa dawî a li welêt realîteyek e. Divê vê realîteyê bidin ber çav û pêşniyazên çareseriyê wisa pêşkêş bikin. Divê pêngav li gor rewşa nû bên avêtin."