ANKARA
Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Fîlîz Koçalê diyar kir ku ji bo navnîşanên BDPê yên li ser Facebookê ku berê hatibûn girtin bên îade kirin bi rayedarên facebookê re hevdîtin kirine û wiha dewam kir: "Me got bila rûpelên me yên ku li ser facebookê hatine girtin ji nû ve bên vekirin. Me xwest ku facebook bila wek berê bi awayekî demokratîk tevbigere û dema giliyan dinirxîne jî li gor rêzikên azadiyê tevbigere."