Ferizat Kaya
09 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
ANKARA
Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu bi telefonê bi Wezîrê Derveyî yê Emrîkayê Rex Tillerson re hevdîtin kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan, Çavuşoglu li ser daxwaza aliyê Emrîkayê bi telefonê bi Tillerson ra axivî. Di axaftinê da zîyareta Serkomar Recep Tayyîp Erdogan ku dê hefteya pêşîya me here Emrîkayê, hat nirxandin.
Herwiha di hevdîtinê da geşedanên Sûriyeyê û hevdîtinên Astanayê jî hatin nirxandin.