Nihat Kavşut
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
ANKARA
Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy destnîşan kir Pompeo û Çavuşoglu li hev kirin ku li Washingtonê bicivin, lê dîrok eşkere nîne.
Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy li wezaretê di daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.
Berdevkê Wezareta Karên Derva Aksoy der heqê meseleya Qibrîsê da axivî û wiha got: "Heger hişmendiya Rûman ji binî va neguhere niyeta me tuneye ku em heman lîstikê bilîzin."
- Hevdîtina Çavuşoglu û Pompeo
Aksoy der barê hevdîtina di navbera Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva û Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê da destnîşan kir ku Pompeo û Çavuşoglu li hev kirin ku li Washingtonê bicivin, lê dîrok eşkere nîne.