DIYARBAKIR
Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz der barê gef û tedayiya PKKyê û alîgirên wê yên li ser hilbijêrên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadolyê wiha got: "Tê guhê me ku rêxistina terorê gef dixwe û tedayiyê dike. Ev li dijî demokrasiyê ye. Çek û siyaset bi hev ra nabe."
Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku hin kes dibêjin heger HDP di hilbijartinên 7ê hezîranê da bendê derbas neke wê li tevahiya herêmê bûyerên wekî 6 û 8ê cotmehê biqewimin û got bi vî awayî gef û tirsê li ser gel çêdikin.
Yilmaz diyar kir ku tişteke wiha li dijî exlaqa siyasetê ye û wiha got: "Bi gotinên wiha gef û tedayiyê li ser gel dikin û ev gefxwarineke siyasî ye."
- "Dewleta me amade ye û tevdîran hildide"
Yilmaz destnîşan kir ku bûyerên 6 û 8ê cotmehê zirareke mezin da herêmê û got digel vê zirarê da kar û xebatên li herêmê jî wiha dewam kir: "Hêvî ewe ku cardin bûyerên wiha çênebin. Dewleta me amade ye û tevdîran hildide. Bi gef û tedayiyê ray sitendin helwesteke demokratîk nîne. Ez bawerim wê gel guh nede tiştên wiha."
Yilmaz diyar kir ku gefxwarina gel li dijî demokrasiyê ye û got li ciyê ku çek hebin siyaseta demokratîk pêş nakeve û wiha xeberda: "Tê guhê me ku rêxistina terorê gef dixwe û tedayiyê dike. Ev li dijî demokrasiyê ye. Çek û siyaset bi hev ra nabe. Hê jî hin kes rasterast naynin ziman ku li dijî çekan in. Li ciyê ku çek hebin demokrasî pêk nayê û ev zirarê dide siyaseta demokratîk. Divê ev herêm ji çekan paqij bibe."