ANKARA
Daîreya Cezayê ya 9emîn ya Dadgeha Temyîzê ji bo doza "Rêxistina Baregeha Şoreşgeran" biryar da û cezayê Hanefî Avci ji ber sûcdariya ku "alîkarî da endamên rêxistinê" pesend kir.
Daîreyê 5 sal 7 meh û 15 roj cezayê hepsê yê midûrê berê yê Emniyetê Hanefî Avci ji ber ku "Alîkarî da rêxistin û endamên rêxistina terorê ya Karargeha Şoreşgeran" pesend kir.
9emîn Dadgeha Cezayê Giran ya stenbolê 5 sal 7 meh û 15 roj cezayê hebsê dabû Hanefî Avci û 75 kes di vê dozê de dihatin darizandin.
Avci ji ber ku çeka tamotomatîk û nîvotomotîk li ser hat girtin jî 5 sal ceza xwaribû. Ev ceza hat serastkirin û pesendkirin. Biryar hat dayîn ku ji 6an 1ê vî cezayî bê daxistin.