ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Ankara Palastayê di xwarinê da bi rûsipî û pêşengên xeyrîmisliman ra hat bal hev.
Davutoglu di xwarinê da axivî û wiha got: "Di heyama sersalê da ez li Stenbolê bi pêşengên dînî ra hatim bal hev, niha jî em li Enqereyê hatine bal hev û ez kêfxweş im."
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da wiha got: "Tirkiye, ev erdnîgarî û hemû bajarên me bi sedan salan mazûvaniya gelek dîn, mezheb, milet û çandan kirine. Hemû cihêrengî di nav azadiyê da bi dewlemendî û medeniyeta xwe ji nifşên nû ra hiştine. Xirîstiyan, Mûsewî, Misilman û hemû mezheb li ser vê axê nasnameya xwe parast û bi hev ra jiyan. Ji ber vê jî li vê erdnîgarî û axê jiyana çand, dîn û mezheban a bi hev ra gelekî kevn e. Çand û dîrokeke qedîm heye. Mekanên pîroz ên xirîstiyanan li ser vê axê ne. Mûsewiyan li ser vê axê hebûna xwe parastin. Dînê Îslamê li ser vê axê dînên cuda li cem hev girt û parast."