Serokwezîr Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da, der heqê ziyareta xwe ya Gazîanteb, Şanliurfa û Stenbolê da agahî da, wêne parvekirin.
Davutoglu qala ziyareta xwe ya Qereqola Hidûd ya Çiyê kir û wiha got: "Ez li Qereqola Hidûd ya Çiyê ya ku binefser Mehmet Yalçin Naneyê ku terora DAEŞê ew li vir cangorî kiribû bûm. Min li çavên hevalên wî nihêrî û ez serbilind bûm ku me sînorên welêt teslîmî wan kiriye."
Davutoglu der heqê ziyareta Ceylanpinarê de jî wiha got: "Min li Ceylanpinarê jî hevalên polês Feyyaz û Okanê ku namerdî cangorî kirin, ziyaret kir. Ji bilî polêsên ku ketine bin barê emanetê cangoriyan, tişta ku tesîrî min kir, muhabbeta ku di sikakan da nîşanî min dan bû. Her ku min welatiyekî me yê ceylanpinarî hembêz dikir, min hîmê biratiya hezar salî ya li ser vê axê dît."
Davutoglu wiha got:
"Ez vê gavê bangî hemû serokên siyasî dikim ku ji bo mijara pergala qamûyê, xwedîlêderketina demokrasiyê û danîna çekan bi awayekî hevpar tevbigerin. Em ê sibê bi Serokê Giştî yê CHPê Birêz Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtinê bikin. Ji bilî mijara şirîkatiya hikûmetê, em ê li ser van mijaran jî îstişare bikin. Pêvajo çawa dibe bila bibe, bila şika kesî tunebe, milletê me ji bo rêvebiriya welêt berpirsiyarî daye me, çi hewce bike em ê bikin."