Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu wezîfeya xwe ya avakirina hikûmeta 63yemîn îadeyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
Civîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya bi Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu re qediya.
Civîna ku li Kulliyeya Serokomariyê ya ku bêyî amadebûna çapemeniyê pêk hat, saetek û 25 deqîqe dewam kir.
Di daxuyaniya Serokomariyê ya li dû hevdîtinê de hat bibîrxistin ku Erdogan di 9ê Tîrmeha 2015an de wezîfeya avakirina Lijneya Wezîran da Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu û wiha hat gotin, "Brêz Davutoglu ji brêz Serokomarê me re diyar kir ku digel hemû hewldanê, wî derfeta avakirina hikûmeteke ku dê raya pêbaweriyê bistîne, nedît. Davutoglu wezîfeya ku radestê wî hatibû kirin, îade kir. Brêz Serokomarê me jî ji ber hewldana wî, spasiya brêz Davutoglu kiriye."