Serokwezîr û Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu di axaftina xwe ya li mitînga partiya xwe ya li Karmanê de der heqê teqînên li avahiyên HDPyê yên li Mêrsîn û Seyhanê de wiha xeberda: "Wekî Serokê Giştî yê AK Partiyê, wekî Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê ez dibêjim; her kî ku tundiyê bixe nava kampanyaya hilbijartinê, her kî ku di pêvajoya kampanyaya hilbijartinê de banga tundrewiyê bike, ewil AK Partiyê li pêşiya vê bisekine."
Davutoglu diyar kir ku ew bi tundî êrîşê şermezar dike û wiha got: "Li hemberê kî dibe bira bibe, herdem em li hemberê êrîşan sekinîn. Her kî dike bira bike, herwext me hesabê êrîşan pirs kir."
Davutoglu bal kişand ku wî bi Wezîrê Karên Navxweyî re xeberda û zanyariyên hewce stend û wiha pê de çû: "Li ser van agahiyan min telîmateke eşkere jî da, 'Her kî ku li pişt van êrîşan e, derxin holê, der heqê sebebolanan de her cure teqîbatê bikin' min got."
- "Înşellah emê bi hevra di nava aşitiyê de ber bi 7ê hezîranê bimeşin"
Serokwezîr Davutoglu wiha axivî: "Înşellah emê bi hevra di nava aşitiyê de ber bi 7ê hezîranê bimeşin. Dibe ku hin kes li pey provokasyonan bin, dibe ku hin kes li pey çalakiyên tundiyê yên ku dê atmosfera hilbijartinê xerab bikin bin, em ji serî de li benda vê bûn. Me herdem bi fikar temaşeya îxtimala provokasyonên bi vî rengî kir. Ji vi ez dubare bi awayekî eşkere dibêjim, em him van êrîşan şermezar dikin û him jî emê bidin dû sebebolanên van êrîşan."
Davutoglu bangî hemû partiyên siyasî kir û wiha xeberda: "Li dijî kî dibe bira bibe, divê em hemû li hemberê êrîşên li dijî partiyên siyasî û kampanyaya hilbijartinê helwesteke xwedîrêgez nîşan bidin. Bi heman şiklî gelek buroyên me yên hilbijartinê jî rastî êrîşan hatin, li Sêrt, Wan û Agiriyê namzedên me yên parlementeriyê rastî êrîşan hatin. Wêçaxî jî me ev bang kir. Aniha ez bangî hemû serokên partiyên siyasî HDP, MHP, CHPyê û teşkîlata partiyan dikim, her kî dike bira bike, werin em bi biryar helwesta xwe ya li dijî şidetê bidomînin."
Davutoglu destnîşan kir ku ewê bi tu awayî destûrê nedin wê yekê ku ji ber van êrîşan bi awayekî, çalakiyên provokatîf çêbin an jî ev êrîş berê xwe biguhêzin û bikevin şiklê tawanbariya AK Partî û Hikûmetê.
- "Trêna bilezê ji Konyayê were Karamanê"
Serokwezîr Davutoglu wiha destnîşan kir: "Trêna bilezê ji Konyayê were Karamanê, ji vir dê berjêrê Mêrdînê bibe, ji Edeneyê dê biçe Rihayê û heya Xabûrê. Karamanê bibe cihekî wisa ku dê xetên me yên gihandinê bigehîne hevdu. Mizgîniyeke din jî, înşellah me xebatên etûda Balafirxaneya Karamanê jî kuta kir, emê vekin."