Ahmet Aydın
14 Mijdar 2019•Rojanekirin: 16 Mijdar 2019
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Hewlên bo çareseriyeke mayinde û adil ji bo gihiştina çareseriya siyasî li giravê, mixabin li başûrê Qibrisê rengveneda."
Erdogan got, Di serî de Yekîtiya Ewropayê mafê kesî tune ku Tirkên Qibrisê bike esîrê lîstikên Rûman. Di çarçoveya pirsyariya me ya dîrokî û ehdî, emê hemî cure hewlê bidin ku alaya Komara Qibrisa Bakur a Tirkî herwekî li bejayê dibe, li derya û asîmanan jî bê berbakirin."
Serokomar Erdogan got, "Weke makewelat û welatê garantor, emê bi derdewamî li pişt doza xwe ya millî Qibirsê û Tirkên Qibrisê bisekinin. Emê qetiyyen destûrê nedin ku mafên Tirkên Qibirsê yên çavkaniyên hîdrokarbonê yên ku li Rojhilatê Deryay Spî hatin tesbîtkirin, bê xesbkirin."