ANKARA
Li gor tuzuka navxweyî ya HDPyê "Endamek herî zêde du heyam dikare ji bo heman peywirê bê hilbijartin". Hevserokê Giştî yê HDPyê Demirtaş û Cîgirseroka Komê Bûldan dê derveyî vê rêgezê de bimînin û dê car din bikarin bibin parlementer.Ji DHPyê 8 kesên ku du heyam parlementerî kirin jî dê nekarin ji nû ve bibin namzed.
Li gor agahiyên ku nûçegihana AAyê bi dest xistin di Lijneya Birêvebirinê ya Navendê (MYK) ya HDPyê "şertê du heyamê" hat nirxandin. Biryar hat dayîn ku di hilbijartinên ku dê 7ê hezîranê bên kirin de jî heman şert bê tetbîqkirin. Demirtaşê ku Hevserok e û Bûldana ku di Lijneya Îmraliyê de cî digire dê di derveyî vê şertê de bimînin. Bi vî awayî Demirtaş û Bûldan dê car din bikarin bibin namzedên parlementeriyê.
Parlementera HDPyê ya Wanê Aysel Tugluk, ya Stenbolê Sebahat Tûncel, ya Batmanê Ayla Akat Ata, Parlementerê HDPyê yê Şirnexê Hasîp Kaplan, yê Batmanê Bengî Yildiz, yê Wanê Ozdal Ûçer û yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî dê nekarin bibin namzed.
Serlêdanên ji bo bernamzediya HDPya ku dê vê hilbijartinê de wek partî bikeve hilbijarinan di 16ê sibatê de dest pê kirin û dê di 2yê adarê de biqedin. Mêrên ku ji bo bernamzediyê serî li HDPyê didin 2 hezar lîreyê didin, jin û mêrên ji 27 salî biçûktir jî ji bo bernamzediyê hezar lîreyê didin HDPyê. Ji bernamzedên astengdar tu pere nayê xwestin.
Piştî ku dawî li serlêdanan hat Komîsyona Nirxandina Namzedan dê bernamzedan binirxînin. Her wiha di pêvajoya diyarkirina namzedan de dê serî li nêrînên rêxistinên herêmî û meclisên ciwaniyê bidin.
Di nav bernamzedên HDPyê de Dengîr Mîr Mehmet Firat, Prof. Dr Mîthat Sancar û serokê berê yê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Osman Baydemîr jî hene.
-EMEP dê bi HDPyê re îtifaqê bike
Birêvebirên HDPyê ji bo hilbijartinên di çarçoveya lêgerînên îtifaqê de bi hin partiyên siyasî yên ku di nav wan de EMEP, ODP û TKP jî hene re hevdîtin kirin. Birêvebiran hin rêxistinên civaka sivîl jî ziyaret kirin û ji bo hilbijartinê piştgiriyê xwestin. Piştî van hevdîtinan bi îmzeyên Hevserokên Giştî yên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê û Seroka Giştî ya EMEPê Selma Gurkanê daxuyaniyek hat dayîn û hat eşkerekirin ku dê HDP di hilbijartinan de bi EMEPê re îtifaqê bike.