Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Hatîp Dîcle got: "Hêzên jê re dibêjin 'paralel' naxwazin pêvajoya çareseriyê pêş ve here. Em hêvî dikin ku bûyerên li Cizîrê yên ku demek berê qewimîn û bu sedema êşa me hemûyan êdî bidawî bibin. Beriya ku em li vî welatî aştiyê pêk bînin, divê em vê hişmendiya dîrokî xwedî derkevin."
Dîcle û Parlementerên HDPyê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz ji bo ku peyama Abdullah Ocalan ya der barê rageşiya li Cizirê bigîhînin gel çûn Cizîra navçeya Şirnexê. Dîcle li ber avahiyê Kongreya Civaka Demokratîk daxuyanî da û behsa pêvajoya çareseriyê kir.
Dîcle bi bîr anî ku dema Serokwezîr Turgut Ozal de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hin hevdîtin hatine kirin û wiha axivî: "Di sala 1993an de li ser daxwaza Ozal em bi heyeteki ve çûn li cem Ocalan û me hevdîtinek kir. Piştî wê hevdîtinê di roja 16ê nîsana 1993an Ocalan daxuyand ku wan agirbesteke bêdem îlan kirine. Bi vê agirbestê ve wan derfetek da hikûmetê. Di 17ê nîsanê de dema em bi hêviyeke mezin vegeriyan Tirkiyeyê, Celal Talabanî ji me re got ku di çapemeniyê de nûçe dibêjin ku Ozal miriye. Di 16ê nîsanê de agirbesteke bêdem tê îlankirin û 17ê nîsanê de jî xebera mirina kesê ku mîmarê vî kariye tê."
Dîcle got ku kingê rayedarên dewletê dest diavêjin ku vê pirsgirêkê çareser bikin heta NATOyê jî gelek lîstik tên lîstin û dafik tên danîn.
Dîcle wiha axivî: "Hêzên jê re dibêjin 'paralel' naxwazin pêvajoya çareseriyê pêş ve here, dixwazin bi dawî bibe. Dema mirov çapemeniya wan dinêhêre mirov ji xwe vê dibîne. Himendiya yên ku operasyona KCKyê dikin jî ev in. Ev pêvajo divê teqez ji bo biratiya gelên me bê çareserkirin. Heke wisa nebe wê derbeyeke din çêbibe. Me bûyerên 6 û 8ê cotmehê bi hev re temaşe kir. Heke îro li Cizîrê xendek hatibûn kolandin, sedema vê ew e ku dewlet û polês di operasyonên KCKyê de tevgerek şaş kirin û ev jî di gel de bû sedema diltirsiyê. Ji bo vê divê ewil polîtîkayên xwe binêhêrin. Li Cizîrê kî guleyan li ser ciwanan dibarîne divê ev bê eşkerekirin."
- "Divê hûn destûr nedin ku di navbera kurdan de pevçûn çêbibe"
Dîcle got ku ji bo ku pêvajoya çareseriyê bi awayekî serkeftî dewam bike, divê dewlet û her kes destê xwe bike binê kevir ku gel bigîhîje aştiyê û wiha axivî:
"Çareserî dibe an na? Niha em nikarin niha bi eşkere ji bo vê tiştekî bibêjin, lê em hêvîdar in. Ji ber vê divê hûn wek gel tu carê û tu carê destûr nedin ku di navbera kurdan de pevçûn çêbibe. Çi dikeve li ser milê me em ê bikin. Ocalan der barê vê mijarê de wiha dibêje 'Misqalek îxtimala aştiyê hebe jî, ez ê li ser vê maseyê runêm û hevdîtinan bidomînim.' Ji ber vê hêviya me heye."
Dîcle wiha dewam kir: "Ocalan dibêje ku cara ewil e ku di pêvajoya çareseriyê de em evqas nêzîkî aştiyê bûne. 20 sale ku em evqas nêzîk nebibûn. Em jî hêvî dikin ku bûyerên li Cizîrê yên ku demek berê qewimîn û bu sedema êşa me hemûyan êdî bidawî bibin. Ev pêvajoyeke hesas e. Divê wezîfedarên kamuyê û yên çapemeniyê jî di nav de her kes der barê pêvajoyê de balder û hesas be."