Nihat Kavşut
14 Nîsan 2017•Rojanekirin: 14 Nîsan 2017
ANKARA
Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî di NTVyê beşdarî weşana zindî bû û der barê têkoşîna dijî terorê, pêvajoya referandumê û rojevê da xeberda.
Soylu piştî teqîna li Diyarbekirê operasyonên dan destpêkirin da xeberda û wiha got: "Ber destê sibehê ji bo tunêla hat vekirin 3 kes hatin binçavkirin û failê vî karî ne. Kesek jî fîrar e."
Suleyman Soylu li ser pirsa "Terorîst rêbazên wiha çawa û li ku fêr dibin?" wiha got: "Li bakurê Iraqê di destê PKKyê da 11 moşekên teze hene. Ev talûkeyeke mezin e. Ev moşekên teze ji ku tên? Ji PYDyê tên."
Soylu diyar kir PKK û PYD di xizmeta heman armancê da ne.
Suleyman Soylu destnîşan kir hin rêxistinên civaka sivîl ên ji Rojavayê alîkariyê distînin û şaredarên ji wezîfeyê hatin hildan ji rêxistinê ra elemana peyda dikin û got ji Ewropayê ji hin rêxistinên civaka sivîl ra 700 milyon ewro hatiye şandin û bi vî pereyî zarokên dixapînin û dibin Qendîlê.
Soylu destnîşan kir bi tevdîr û operasyonan di 7 mehên dawîn da li gor sala par ji sedî 90 hejmara kesên diçin çiyê kêm bû û got ev hejmar ji 912an daket 95an.