22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
ANKARA
Wezareta Dadê 682 fezlekeyên 139 parlementeran ên ku bi destê TBMMyê hatin şandin, gihandin ber destê dozgeriyên eleqedar. 799 dosyeyên ku dijî 152 parlementeran ji ber sûcên cuda cuda hatin amadekirin dê di rojên pêşiya me da bên vekirin.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê peyda kir, 117 dosyeyên li Wezareta Dadê yên 57 parlementerî ku di navê da Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Hevserokên Giştî yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî hene şandin dozgeriyan, 638 dosyeyên der barê 139 parlementerî da yên ku di 10ê hezîranê da ji TBMMyê şandin wezaretê jî miemeleya wan a li vir kuta bûn.
Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Cezayê ya Wezareta Dadê 638 fezlekeyên navborî yên der heqê 139 parlementerî da şandin dozgeriyên eleqedar. Bi vî awayî bi şandina dosyeyên hem li wezaretê û hem jî li TBMMyê va êdî biryara 799 dosyeyên der barê 152 parlementerî da darazê bide.
- Pêvajoya li dozgeriyan
Serodzgerî jî dê der barê her fezleyekeyekî da jêpirsînên cuda bide destpêkirin. Serdozger an jî cîgirên ku dîsa ji layê serdozgeran tên wezîfedarkirin dê jêpirsînan bi rê va bibin. Parlementerekî ku parêzbendiya wî hat rakirin, parêzbendî ji ber kîjan îdiayê hatibe rakirin dê bi tenê ji ber wê îdiayê bê darizandin.
Yên ku der heqê wan da doz hatine vekirin û îdianame hatine amadekirin dê bên darizandin. Doz li gorî sûcên ku tên îsnadkirin dê li dadgehên berpirsiyar bên dîtin.
Bidawîbûna parlementeriyê, di madeya 84emîn a Destûrê ku sernava wê "Ketina Parlementeriyê" ye da tê verastkirin. Biryara herî dawîn a der heqê parlementerên ku mehkûmiyeta wan teqez bû, dema ku gihîşt ber destê Lijneya Giştî ya TBMMyê, parlementerî dikeve.