11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
ANKARA
Balyozê Iraqê yê Enqereyê Hîşam Elî Ekber el-Elawî der barê ziyareta Iraqê ya Serokwezîr Bînalî Yildirim da got ku bi vê ziyaretê atmosfera erênî ya ji bo pêşvebirin û xurtkirina têkiliyan wê çêbe. Elewî got: "Bawer im wê di sala 2017an de geşedanên erênî çêbin."
Elawî di civîna çapemeniyê ya li balyozxaneyê hat kirin de, ziyareta Yildirim ya Iraqê nirxand.
Elawî bi bîr xist ku Yildirim, bi muxatabên xwe yên iraqî re di qada vejen, perwerde û parastinê de hevdîtinên girîng kirin û got ku civînên di atmosfereke erênî de hatin kirin baş derbas bûn.
Elawî wiha got: "Serdan serkeftî bû. Wê ev serdan ji bo başbûna têkiliyan atmosferekê çêke. Ez hêvîdar im ku di nav sala 2017an da geşedanên erênî biqewimin. Lê divê mijara kampa Başîqayê di demeke kurt da were çareserkirin."
Elawî diyar kir ku di serdanê da meseleya Başîqayê hat nirxandin û îdia kir ku piştî operasyona Mûsilê wê leşkerên Tirkiyeyê vekişin.
Elawî diyar kir ku li kampê vê gavê rayedarên ji Iraqê tunene.
Li ser pirsekê Elawî destnîşan kir texmîn dikin ku 3 meh bi şunda operasyona Mûsilê were temamkirin.
Elawî li ser hebûna PKKyê ya li Şengalê got ku em naxwazin rêxistineke terorê gefan li dewleteke cînar bixwe û bibe talûke û wiha got: "Ji bo Şengal ji PKKyê were paqijkirin di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê da lihevkirinek heye."
Elawî ragihand ku di mijara rizgarkirina Sengalê de tu pirsgirêk tune û îxtimalê nadin ku Turkiye li ser axa wan operasyoneke leşkerî bike.
Elawî li ser mijara hikûmeta Iraqê mehane dide hin ûnsûrên di bin banê Heşdî Şabî de ne û ji aliyê PKKê ve hatine komkirin, got ku tu pere nedane ûnsûrên PKKê. Elawî ragihand ku tiştekî asayî ye ku mehane bidin ûnsûrên herêmî yên li dijî DEAŞê tekoşîne didin. Balyozê Iraqê li ser meseleya di navbera PKKê û hin ûnsûrên herêmî yên li Sengalê de têkilî heye jî got der barê vê mijarê de tu delîl tune.
Her wiha Balyozê Iraqê ragihand ku mijara mamosteyên dibistanên FETOyê yên li welatê wan havînê bê guhertin û bi Tirkiyeyê re hemfikr in.