Hêzên ewlehiyê bi operasyonên ku hem nav welêt hem jî li derveyî welêt kirin bersîv dan êrîşên ku rêxistiên terorê kirin û hedefa wan aramî û aştiya Tirkiyeyê bû, di operasyonên ser PKKya rêxistina terorê ya ku hêzên ewlehiyê ji 22yê temûzê ve li nav welêt û derveyî welêt kirin de 812 terorîst hatin kuştin.
KCKyê meha borî eşkere kiribû ku dê "Wesayîtên ku di bendav û înşeatên bendavan de tên bikaranîn" bike hedef. Piştî vê daxuyaniyê PKK û YDG-Hya şaxa wê ya ciwaniyê û DHKP-Cya rêxistina terorê di serî de herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li tevahiya welêt çalakiyên xwe yên ku aştî û aramiyê xira dikin, berdewam dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist di êrîşên terorê yên van 47 rojên dawîn de (7ê temûzê- 22yê tebaxê) Fermandarê Jendirmeyan a Melezgirtê Serdar Arslan Kulaksiz û Midûrê Şûbeya Lêkolîn û Îmhakirina Bombeyan a Midûriya Ewlehiyê ya Stenbolê Beyazit Çeken jî di nav de 56 peywirdarên ewlehiyê (leşker, polês û gundparêz) hatin şehîdkirin, yek jê îranî 15 kes mirin û 3 jê îran 201 kes jî birîndar bûn. Terorîstan piraniya wan tir 203 wesayît şewitandin.
Di pevçûnên vê maweyê de 86 terorîst hatin kuştin, 10 jê birîndar 14 terorîst hatin girtin.
-Operasyonên TSKyê yên ji hewayê
Di operasyonên ser PKKya rêxistina terorê ya ku hêzên ewlehiyê ji 22yê temûzê ve li nav welêt û derveyî welêt kirin de 812 terorîst hatin kuştin.
Di encamên operasyonên hewayê de li derveyî welêt dora 450yî terorîst birîndar bûn, hat tespîtkirin ku di operasyonên nav welêt de jî dora 250-300î terorîst birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê digel operasyonên ji hewayê bi guleberdana tank û topan jî zeyîateke mezin da endamên rêxistina terorê. PKKya rêxistina terorê cesedên hin terorîstên ku dimirin bi xwe re dibin, cesedên hin terorîstan jî di cî de dihêlin.
-Operasyonên nav welêt yên ser rêxistinên terorê
Li gelek bajêran di serî de PKK û YDG-Hya şaxa wê ya ciwaniyê operasyon birin ser rêxistinên terorê yên wekî DAEŞ û DHKP-Cyê. Di operasyonan de ji 24ê temûzê pê ve 2 hezar û 57 kes hatin binçavkirin, ji van 502 kes hatin girtin.
-Bûyerên ku di 24 saetên dawîn de qewimîn
Teqemeniya ku endamên PKKya rêxistina terorê li rêhesîna Gença navçeya Bingolê bi cî kiribûn teqandin. Endamên rêxistinê pişt re bi çekên lûledirêj êrîşî gundparêz û trênê kirin, di her du bûyeran de jî tu kes nemir û birîndar nebû.
Li Sêrtê di operasyona ser rêxistina terorê de kesekî ku hatibû binçavkirin, hat girtin.
Rêbeja Îdir-Bazîdê ya ku ji ber bûyerên terorê ji hatûçûyê re hatibû girtin ji nû ve ji trafîkê re hatin vekirin.
Li Bagcilarê di operasyona ser PKK-KCKyê de 2 kesên hat tespîtkirin ku di amadehiya çalakiyê de ne hatin binçavkirin.
Li Mêrsînê ji 23 kesên ku di operasyona ser DHKP-Cya rêxistina terorê de hatibûn binçavkirin û sewqî dadgehê kiribûn 13 kes hatin girtin.
Hatîce Aşikê ku piştî êrîşa çekdar a ser Serqonsolosxaneya DYAyê ya li Sariyera Stenbolê bi birîndarî hat girtin û rakirin nexweşxaneyê û hat tespîtkirin ku endamê DHKP-Cyê ye, piştî dermankirinê derxistin dadgehê û li dadgehê hat girtin.
Di êrîşa bibombe ya ser avahiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekir a AK Partiyê de polêsek birîndar bû.
Li Mêrdînê di navbera 20-21ê temûzê de di operasyonên ser rêxistina terorê de ji 89 gumanbarên ku hatin binçavkirin 64 kes hatin girtin.
Mensûbên PKKya rêxistina terorê bi wesayîta bombebarkirî êrîşê Fermandariya Qereqola Jendirmeyan a Yoldonduyê ya li Kawaşa navçeya Wanê kirin, di êrîşê de 2 leşker birîndar bûn.
Li Şirnexa navçeya Beytûşebabê terorîstan êrîş birin ser Qereqola Jendirmeyan a Ayvalikê, di êrîşê de serpelek cangorî bû, 4 leşker birîndar bûn.
Li Tekmana navçeya Erziromê terorîstan 18 makîneyên kar û 6 konteynerên firmayeke ku rê çêdike şewitandin.
Li Hekariyê hin cî heta 6ê îlonê wekî "herêma ewlehiyê ya taybet hatin îlankirin."
Mensûbên PKKya rêxistina terorê bi teqemeniyê pireyeke li ser rêya Esendereya bajaroka Yuksekovaya navçeya Hekariyê xirakirin.
Di operasyonên li Qendîl û Şirnexê 41 mensûbên rêxistina terorê hatin kuştin.
Li Erziromê ser şikê wesayîtek dan seknandin, di wesayîtê de kesekî hat tespîtkirin ku endamê PKKyê ye hat girtin.
Li Tarsûsa navçeya Mêrsînê di operasyona ser rêxistina Meclisa Bajêr a Tarsûsê ya KCK/TMya şaxa PKK/KCKya rêxistina terorê de ji 6 kesên ku hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin.
Li Wartoya navçeya Mûşê piştî îlana qaşo xweseriyê kesekî ku derxistin dadgehê hat girtin.