26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2017
ANKARA
Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkcî bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) pirsên edîtor û rojnamegeran ên li ser rojevê bersivandin û li ser geşedanên dawîn axivî.
Wezîr Tufenkcî li ser hevdîtinên ku bi Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê ra hatin kirin wiha got: "Bi hikûmeta navendî ya Iraqê ra ji bona vekirina deriyê sînor yê duyem fikrek çêbû. Di vê mijarê da di hikûmeta navendî ya Iraqê da xwestek heye. Piştî gavên hewce dikin dibe ku Deriyê Sînor yê Ovakoyê bê vekirin."
Tufenkcî destnîşan kir ku Tirkiye timî alîgiriya yekparetiya axa Iraqê dike û got ku di ziyareta duh da jî mijarên wek ewlehî, neft û bazirganiyê hatin rojevê.
Tufenkcî diyar kir, weke ku tê zanîn piraniya bazirganiya ku bi Iraqê ra tê kirin, ne bi rêvebiriya herêmî ra ye; bi hikûmeta navendî ra tê kirin. Tufenkcî diyar kir Deriyê Sînor ê Xabûrê jî tekane derî ye ku ji Iraqê ra vedibe, salên dûr û dirêj Herêma Kurdistana Iraqê ev derî kontrol kir û dahateke mezin jê hilda û wiha dewam kir:
"Em dixwazin ku deriyên sînor û balafirgeh di kontrola hikûmeta navendî da bimînin. Bi hikûmeta navendî ya Iraqê ra ji bona vekirina deriyê sînor yê duyem fikrek çêbû. Di vê mijarê da di hikûmeta navendî ya Iraqê da xwestek heye. Heta niha ji ber îxtilafa navbera hikûmeta navendî û rêvebiriya Bakurê Iraqê nehatibû vekirin. Dibe ku PYD/PKK, DEAŞ û pêşmerge ji bo ewlehiya rê astengiyan derxin. Ji bo vê jî divê Iraq an jî em ewlehiya wir pêk bînin. Piştî gavên hewce dikin dibe ku Deriyê Sînor yê Ovakoyê bê vekirin."
Wezîr Tufenkcî li ser endîşeya ku li ser navên mirova şirket hatine vekirin an na jî wiha got: "Bi pergala ku me nû ava kir, her kes dikare bi nimroya T.C.yê bikeve malpera wezareta me yan jî ji ser pergala e-dewletê binihêre ka li ser navê wan şirket hene yan hatine avakirin. Wek mayîn dikarin bibînin ka şirîkê şirketekê ne yan na. Bi vî awayî dikarin demildest midaxele bikin. Ev him rehetiyeke baş e û him jî ewle ye."