Serokwezîr Erdogan der barê axaftina Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Metîn Feyzîoglu de axivî û wiha got: "Di protokola dewletê de tiştekî wiha nabe. Tu wekî mêvan tê li wir û di gel ku mafê te tune tu dertê saetekê axaftineke tîj û tund dikî û tu berê xwe didî kesên ku hatine hilbijartin û bi quretiyeke mezin ve tu dikî ku tiliyên xwe li ba bikî. Pêşiya her tiştî di mirov de divê nezaket hebe. Divê mirov bifikire ka li hemberî protokola dewletê çawa tê axaftin, çi tê axaftin û çiqas tê axaftin, divê mirov van ji xwe re bike dert û hinekê li ser bifikire. Tu ne li ser kursiyê kongreya CHPyê, tu li ser kursiyê şûraya dewletê diaxivî."
Serokwezîr Erdogan hemerî Feyzîoglu rexneyên xwe wiha dewam kir:
"Em bi nezaket û xweşbînî ve beşdarî van merasîmên salvegeran dibin. Lê hin kes van deran ji xwe re wekî fersend dibînin û ji wan wetrê wê bikaribin li ser van kursiyan hêrsa xwe li siyasetmedaran bînin. Hûn kî ne ku eyar bidin siyasetmedaran? Tu mafê we tune ku hûn tiliyên xwe li ser kesên ku bi raya gel hatine hilbijartin, ba bikin. Ev xûyê bavê kalê wan bû, êdî xelas bû, ew êdî bû tarîx."
- "Êdî ez başdarî wan cihên ku ev ê biaxivin, nabim"
Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku ew gelekî aciz bûn ku her sal ev merasîm ji aliyê zihniyeta derbeker ve ji bo ku eyar bidin siyasetmedaran wekî ayînan tên bikaranîn û wiha pê de çû: "Em ê li ser vê jî biaxivin û di rojên pêşiya me de em ê li ser şêweyekê bi hev bikin û heta ku ez li vê meqamê bim êdî ez ê başdarî wan cihên ku ev ê biaxivin, nebim."
- "Dişibin ava pîs a ku tevê şîr bûye"
Serokwezîr Erdogan der barê rêxistina paralel (Tevgera Fethullah Gulen) de jî axivî û wiha got: "Tevgereke wisa tune ku bi awayekî mêrane îdiayên xwe bavêje holê û amûr û helwestên xwe bide der. Ev tevgereke wisa ye mîna ava pîs a ku tevî şîr bûye. 35 salan xwe berdane nava şîrê spî, li wir serî li hemû dek û dolaban dane û xwe veşartine. Çawa ku hûn ji derve ve li şîr binêrin hûn ê wê ava pîs ferq nekin, her wisa ev rêxistin jî tenê bi nêrînê ve nayê dîtin. Ji ber ku ji bo armanca xwe ev ji xwe re hemû rêyan meşrû dizanin."