ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di TRT Haberê da beşdarî weşana zindî bû der heqê rojevê da axivî. Davutoglu destnîşan kir ku mijara sereke pêvajoya çareseriyê ye û got ku ji bo yekîtiya civakî û pêşerojê pêvajoya çareseriyê girîng e.
Davutoglu diyar kir ku bi pêvajoya çareseriyê ra wê zimanê tundiyê û şer ji holê rabe û yekîtiya civakî xurt bibe, qadên demokrasiyê pêş bikevin.
Davutoglu destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriyê divê her kes ray û ramanên xwe bibêje û wiha got: "Lê bira kes bi rêya tundiyê fikrên xwe bi yên din nede qebûlkirin."
Davutoglu diyar kir ku pêvajoya çareseriyê di Newroza 2013yan da ket rêyeke baş û wiha axivî: "Pêvajo di asteke baş da bû, wê çekdar derketina derveyî welêt, lê provakasyonên Geziyê çêbûn. Peyra gelek provakasyon derketin meydanê. Çawa yên ku dixwazin pêvajo bimeşe hene, wisa jî yên ku naxwazin bimeşe jî hene. Ez li Anadoluyê digerim, piştgiriyeke mezin ji bo meşandina pêvajoya çareseriyê heye."
- "Divê her kes çi dikeve ser milan bike"
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku derbeyên krîtîk di bûyerên 6 û 7ê cotmehê da li pêvajoya çareseriyê ketin û wiha got: "Xwestin cardin tundî û teror derkeve pêş û em vegerin demên berê. Em wek hikûmet di Newroza 2013yan da çawa bin, niha jî wisa nin. Çi hewce dike, em dikin."
Davutoglu diyar kir ku li derekê pergal û ewlehiya kamuyê tunebe, çareserî û mijarên din nayê rojevê û wiha xeber da: "Divê kesên ku piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê bi hêz bibin. Di rojên dawîn da geşedanên muhîm derketin holê. Divê her kes çi dikeve ser milan bike. Di pêvajoya çareseriyê da beriya her tiştî divê tundî û çek bên terikandin û di nav siyaseta demokratîk da her tişt bê axaftin. Lê divê yên ku wek rêbaz çek û tundiyê diemilînin, dev ji vê rêbazê berdin."
- "Gelek girîng e ku îradeya gel ji sindoqê derkeve"
Serokwezîr Davutoglu li ser pirsa "Di mijara çekberdanê da lihemberderketinek heye?" wiha axivî: "Yên ku naxwazin hene. Ji ber vê jî provakasyon çêdibin. Taybetî jî li pêşiya me hilbijartin heye. Gelek girîng e ku îradeya gel ji sindoqê derkeve. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku bûyerên wek 6 û 7ê cotmehê neqewimin. Divê îradeyeke xurt were nîşandan. Ev jî bi çekberdanê dibe û divê her tişt di nav hiqûqê da werin kirin."
Davutoglu diyar kir ku do jî di Lijneya Pêvajoya Çareseriyê da ev mijar hatin rojevê û wiha got: "Heger provakasyon û pirsgirêka ewlehiyê hebe, ev bandoreke neyînî li pêvajoyê dikin. Divê ev ji holê rabin û Wezîrê Karên Navxweyî û Misteşarê MÎTê bi van karan ra eleqedar dibin, xebatên îstixbaratê tên kirin."
Davutoglu destnîşan kir ku di warê siyasetê da Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan bi HDPyê ra diaxive û got ku Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç jî bi aktorên derveyî HDPyê ra diaxive û wiha dewam kir: "Divê her kes çi dikeve ser milan bike. Divê sozê ku di Newroza 2013yan da hat dayîn pêk were. Divê di 2015yan da hêzên çekdar ji Tirkiyeyê vekişin û dawî li çalakiyên çekdarî were, em vê dixwazin. Di hilbijartina serokomariyê da Demirtaş zimanekî baş emiland, min ew pîroz kir û min vê berdewam bikin. Lê di mijara Kobanêyê da zimanekî tund emiland. Heger wisa nebûya niha em li astekî baş bûn."
Li ber HDPyê derfeteke mezin heye ku tevahiya civakê himbêz bike û wiha axivî: "Ya çek, teror, tundî û zimanekî hişt an jî siyaset û rêbazên aştiyane. Heger biryareke baş bidin wê pêvajoya çareseriyê him ji bo wan, him ji bo tevahiya welêt û him jî ji bo Rojhilata Navîn encamên baş bide. Divê guh nedin provakatoran û hêzên derveyî."