Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry got ku birêvebiriya Obamayê biryar da ku "piştgiriya çek û cebilxaneyê bide komên kurdan ên ku li Kobanêyê li dijî DÎŞIyê şer dikin" û "bêberpirsyariyeke" mezin e ku mirov piştgirî neda van koman.
Kerry Endonezya ziyaret kir û li paytext Cakartayê daxuyanî da rojnamevanan. Kerry parast ku "Der barê mijara ji bo komên kurdan ên ku têkiliya wan bi PKKyê re heye DYA dê çekan pêyda bike, de fikarên Tirkiyeya hevbendê me hene û em van endîşeyên Tirkiyeyê jî fehm dikin lê belê li Kobanêya ku hatiye dorpêçkirin de di demek wiha de ji aliyê exlaqî ve gelek dijwar e û bêberpirsyarî ye ku mirov piştgirî nede van komên ku bi DÎŞIyê re şer dikin."
Kerry diyar kir, kirin mebest ku arîkariyên Hêzên Hewayî yên DYAyê yên ji hewayê berwext bin û got ku ji Tirkiyeyê xwestin ku destûrê bidin ku ji Iraqê derbasî Kobanêyê bin.
Fermandariya Hêzên Navend a DYAyê (CENTCOM) eşkere kiribû ku hêzên leşkerî yên DYAyê ji bo ku teqwiyeyê bidin komên kurdan ên ku bajêr li hember DÎŞIyê diparêzin ji hewayê arîkarî dide herêma Kobanêyê.
Di daxuyaniyê de gotibûn ku Hêzên Hewayî yên DYAyê balafira neqliyeyê ya bi cureya C-130 arîkariya melzemeyên tibî, cebilxane û çekên ku rayaderên kurdên li Iraqê temîn kiribûn gihand Kobanêyê, balafir piştî arîkariyê bi awayekî ewledar ji herêmê dûr ket.