- "Em ê hesabê wan bipirsin"
Erdogan wiha axivî: "Malbat şax şaxî û milet perçe perçe kirin. Broşur û rojnameyên derew belav dikin. Navê vî karî sîxurî ye, lê ketin dafikê û bedêla wê jî dê bo wan gelekî giran bibe. Wekî ku min got em ê bikevin qul û şikeftên wan. Me ev dewlet li erdê nedîtiye. Li dijî hemû hêmanên ku yekitî û asayîşa me xwe re kiriye hedef, me hemû tevdîrên xwe girtiye û em digrin jî. Jixwe em ê hesabê wan bipirsin."
- Em ê li dijî "Ergenekona Nû" têbikoşin
Erdogan bal kişand ku wan seranserê 12 salan, li dijî çete, mafya û cûntayê têkoşîn daye û wiha pê de çû: "Me çeteyên ku ketibûn nav dewletê û enerjiya milet dimêtin berteref kir. Înşellah em ê piştî 30ê adarê koka çeteyên ku mane jî biqelînin û wan jî ji holê rakin. Me li dijî ergenekonê têkoşîn da û em ê li dijî "ergenekona nû" ya ku rêvebiriya wê li Pensîlvanyayê ye jî têbikoşin.
- "Ev înzîvayeke çawa ye?"
Serokwezîr Erdogan axaftina xwe wiha dewam kir:
"Çi ye, li Pensîlvanyayê ketiye înzivayê. We bihîst? Heke ku tê bikevî înzîwayê, were li welatê xwe bikevê. Ev çawa înzîwa ye? Ketiye înzîwayê, lê ji wir alûfteyan dişopîne. We bihîst? Alûfte, ango wekî aşufteyê. Wan dişopîne. Alûfteyek musalatê siyasetmedarekî kirine û wî jî wê gave xeber şandiye û gotiye 'nebê nebê'. Ji bo Xwedê, tu xoce yî an serokê rêxistina îstixbaratê yî, tu çi yî? Ketiye înzivayê, lê karên ku tên kirin jî dişopîne. Ketiye înzîwayê, lê ji wir talîmata senaryoyan dide. Vekişiyaye înzîwayê, lê nivîsên ku tê de welatê xwe xirab nîşan dide, dişîne rojnameyên navneteweyî û hevpeyvînan dide. Vekişiyaye tenahiyê, lê Serokomar, Serokwezîr, Sererkan, wezîr, dozger, dadgêr û burokratan guhdar dike û razên herî mahrem yên dewletê qeyd dike. Ev sîxurî ye, tu nikarî tiştekî wiha bikî."