ANKARA
Babacan li bajaroka Davosa Swîsreyê di çarçoveya Forûma Aborî ya Dinyayê de beşdarî rûniştinê bû û pirsên moderator bersivand. Babacan li ser pirsekê diyar kir ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke bi navê bihayên nû heye.
Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan ji bo gotina "Tirkiye welatekî wisa ye ku êdî bi hêsanî nayê birêvebirin û gelek hêvî ji hikûmetê tên kirin" wiha bersiv da:
"Li Tirkiyeyê qezenca merivan zêde dibe û her ku diçe para her kesî zêde dibe. Têkoşîna me ya bi gendeliyê re didome."