BRUKSEL
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş diyar kir ku ew ne li dijî dersa osmanî ya hilbijarte ne.
Demirtaş di konferansa "11an ya YE, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" ya ku li parlementoya Ewropayê hat lidarxistin de ji bo dersa osmanî wiha got: "Ez ji bo dersa osmanî dikarim vêya bibêjim. Em bi tu awayekî li dijî hînkirina zimanekî din nînin. Zarokên me li dibistanan çiqas zimanî hîn bibin baştir e. Zimanên rojhilatê, zimanên rojavayê heta zimanên ku qet nayên bikaranîn jî bila hîn bibin, di vê yekê de tu pirsgirêk tuneye."
Axaftina xwe wiha domand: "Em li dijî wê yekê ne ku zimanekî bi zorê bi zarokan didin hînkirin. Ev ne rast e. Bila her kes bikaribe bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibîne û ji bo vê yekê azad be. Osmanî jî bila ji van zimanan yek be. Malbatên ku bixwazin bila bikaribin osmanî hînî zarokên xwe bikin. Dema ku bi vî awayî be em li hemberî vê yekê nînin."
Hevserokê HDPê di konferansê de têgeha "xweseriya demokratîk" a ku partiya wî qal dike parast û diyar kir ku li gor daxwaza wan divê merivên ji her hêlê bila di rêveberiya herêmî de perçeyekî ji xwe bibînin, bikaribin beşdarî rêveberiyê bibin.
Demirtaş ji bo ewlehiya herêmî ya ku li gor wan divê rayeyên wê jî di destê meclisên herêmî de bin wiha got: "Ji bo parastina pergala demokratîk û destketiyên wê lazim e ku şaxên parastinê bên avakirin. Parastina neteweyî jî di çarçoveyeke hevpar de divê girêdayî hikûmeta navendî be."