ANKARA
4 Madeyên ewil ên Pêşnûmaya Qanûna Bihêzkirina Hevkariya Civakî û Bidawîbûna Terorê ya der barê pêvajoya çareseriyê hatin qebûlkirin. Di hevdîtinên meclisê yên duh bi şev de nîqaş derketin.
Parlementerê Kutahyayê yê MHPyê Alîm Işik der barê Pêşnûmaya Pêvajoya Çareseriyê de xeberda û wiha got: "Ak Partiyê li pêşiya PKKyê çong veda erdê û lavayan dike."
Arîkarê Serokwezîr Atalay bi hinceta ku dev tê avêtin, mafê axaftinê stend û diyar kir ku li her welatî kesên ku xebatên bi vî rengî dimeşînin tên sûcdarkirin û wiha domand: "Lêbelê bi rastî ev cara ewil e ku em li vir parlementerekî dibînin ku hikûmet û dewleta xwe bi çongvedan û lavayan sûcdar dike. Em li pêşiya tu kesî çong venadin, em ji bo çareseriya arîşeyên welatê xwe serê xwe diêşînin. Heke ku meriv kesên ku ji bo van pirsan serê xwe diêşînin bi xayîntiyê ve sûcdar bike, ev dibe bêhêzî. Hûn çi bêjin jî hin pêşqebûlên wan hene. Em bi vî dizanin. Helbet em ji we hêvî nakin ku hûn ê der barê vê prosesê de tiştinên erênî bibêjin. Lê mafê tu kesî tuneye ku heqaretê li yekî din bike. Em van gotinan qebûl nakin, îade dikin."
Parlementerê Enqereyê yê CHPyê Levent Gok jî li ser madeya 4an a pêşnûmayê mafê axaftinê stend û hukmê madeya, "Kesên ku di çarçoveya vê qanûnê de wezîfeyên ku dan wan bikin wê mueyîdeyeke hiqûqî, îdarî û cezayî ji bo wan çênebe" rexne kir. Gok îdia kir ku ev hukim li dijî destûra bingehîn e û wiha xeberda: "Xwendekarekî sinifa yekê yê fakûlteya hiqûqê jî dikare bi vî bizanibe. Heke ku ev made neyê guhertin wê ji Dadgeha Deatûra Bingehîn vegere."
Parlementerê Mêrsînê yê HDPyê Ertugrul Kurkçu jî diyar kir ji ber ku verastkirin bi taybetî peywirdarên dewletê diparêze, pêşnûma bi têgeha pêvajoya çareseriyê re bi hev nake.
Kurkçu bilêv kir di gel ku ew pêşnûmayê kêm dibînin, lê ew ê dîsa jî piştgiriyê bidin.
Her wisa Kurkçu bal kişand ew kesên ku li dijî pêşnûmayê derdikevin, divê çareseriyeke baştir pêşkêş bikin.