DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê BDPê SelahattînDemirtaş îdia kir ku dadgehên xwedî rayeya taybet heta niha tu caran li gor edaletê tev negeriyaye.
Demirtaş li partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û got 5 sal in ku parlementer girtî ne, ji aliyê darizandina wan ve jî tu pêşveçûnek çênebûye. Dadgehên Diyarbekirê li dijî biryara Dadgeha Bingehîn tevgeriyan û karekî nehiqûqî kirin.
Demirtaş wiha pê de çû: "Dadgehên xwedî rayeya taybet heta niha tu caran li gor edaletê tevnegeriyane. Em jî benda edaletê nebûn. Kesê ku li benda edaletê bimîne saf e. Ev dadgeh bi xwedî rayeya taybet hatine sazkirin. Telîmat dane wan. Ev dadgehên ku gelek caran bi saziya hikûmet û îstixbaratê re têkildar in, ne pêkan e ku li gor dadê tevbigerin. Lêbelê me ew qas hêvî nedikir ku bi awayekî wiha eşkere ev neheqî dê bihata kirin. Çawa ku Mustafa Balbay serbest ma, me wisa zen dikir ku parlementerên BDPê jî dê serbest bimînin."
Ev biryarên wiha Tirkiyeyê paşve dibin. Em ji kesên ku cezayên giran didin zarokên kurdan yên 13 salî dadê naxwazin. Wê bibînin ku dê li şûna van dadgehên xwedî rayeya taybet û girtîgehan muzeyên demokrasî û mafên mirovan çêbibin. Me fêm kir ku ji van rêxistinên siyasî ku navê dadgehê li wan kirine tu edalet pêk nayê.
- Heyeta BDPê dê biçe Iraqa Bakur
Demirtaş got em ê li ser deweta Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) biçin Iraqa Bakur û 2 rojan li Silêmaniyeyê bimînin. Em ê di serlêdanê de li ser nîqaşên ku di navbera kurdan de derketin bisekinin û ji bo yekîtiya neteweyî pêdiviyan nîqaş bikin.
- Operasyona Îstanbulê
"Em destekê didin operasyonên bertîl, dizî û gendeliyê. Li ku derê dizî, gendelî û bêexlaqî hebe divê ku ev ji holê bên rakirin. Em wek BDPê destekê didin heke ku lazim be bila destnedayîna 550 parlementerî bê rakirin ji bo ku dozger bi hêsanî lêpirsînê bidomînin. Divê teqez di parlementoyê de komîsyona lêkolînê bê avakirin. Ev tiştên ku tên dîtin bi tenê dest pêk in. Li çar aliyê Tirkiyeyê tiştên wiha nexweş hene. Alîgirê AKPê, cimaetê me eleqedar nake, em hesabê ji kesên ku pereyên gel dizîne dipirsin."
Ji Demîrtaş re hat gotin ku "Berê di navbera hikûmet û cimaetê de nîqaş hebû gelo ev yek dê tiştekî bi pêvajoya çareseriyê bike yan na? Demîrtaş jî destnîşan kir ku cimaet ne organîzasyoneke û ew kesên ku dibêjin endamê cimatenê li tu derekî qeydên wan tunene û wiha dewam kir: "Kîjan walî, polês, dozger ji cimaetê ye? Em bi vê yekê nizanin. Evê ku ev kesana tayîn kiriye hikûmet e. Berpirsyarê me jî hikûmet e. Em qebûl nakin ku dibêjin vê pêvajoyê cimaet xera dike û hikûmet bê guneh e. Berspirsyarê tiştên ku dibin hikûmet e. Cimaet di bin kontrola wan de ye û hevkarê wan ê sivîl e. Berpirsyarê wan jî AKP ye. Tiştên nexweş ên ku ew ê bikin dê bibin wek kirinên AKPê. Bila sekn û tevgera me xelet neyê fehmkirin. Yanî bila nebêjin ku BDPê aliyê cimaetê girt. Dibe ku gendeliyên ku cimaetê jî kiribe hebin. Lazim e ku di ser wan de jî biçin. Em ne mecbûr in ku yan aliyê AKPê û yan jî aliyê cimaetê bigrin."
Demîrtaş diyar kir ku heke şert û merc li cih bin, dibe ku li Iraqê bi hevserokên KCKê re li Qandîlê hevdîtinê bikin.