Sevim Hatun
13 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
DİYARBAKIR
Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker got. "Em ê bi reforman pêşiya Tirkiyê vekin û em Tirkiye zûtir bigihê pêvajoya hedefên xwe yên aborî, siyasî, demokratîk û damezrandina medeniyetan."
Eker di Civîna Meclisa Şêwrê ya Bajêr a meha sibatê ya AK Partiyê li otêlekê kir de axivî got ku biryara miletê ji bo referandûma wê di meha nîsanê de bêkirin, pêwîste.
Eker wiha dewam kir: "Di dilê vê miletê me de bi îzna Xwedê hezkirina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan heye. Tu gumanên Serokomar Erdogan tune ne, lewra ciyê wî yê di dilê miletê de hazir e, ne hewceye di dilê miletê de ji bo xwe cî çêke."
Eker destnîşan kir ku wê bi pergala serokomariyê re hikûmetên koalîsyonê bigirin biavêjin ser sergoya dîrokê û got ku wê tu tişt wekî berê nebe, wê hikûmeteke biîstîqrar bê damezirandin û wiha pê ve çû:
"Partiya muxalefetê ya sereke dibêje ' rejim dikeve talûkê, rejim tê guhertin' ev gotinên hana ji bilî nezanînê tiştekî nîşan nadin. Di lûgata CHPê de ji bilî peyva 'na'yê tu peyv tune ne. Ji bo hemû tiştî dibêja 'Na'. Çi tînin hema dibêje na."
-"HDP, li devê PKKê û yên li Qendîlê dinêre"
Eker di bedewamiya axaftina xwe de bal kişand ser navê HDPê got ku navê aşîtî û demokrasiyê li xwe kirine lê di kirinên wan de şopa aşîtî û demokrasiyê tune û wiha dewam kir:
"HDP ew e telîmatên PKKya rêxistina terorê bi cih tîne û li hemberî wan bê deng disekine, ji bilî vê tu tişkî nake. Ne ji bo Kurda ne ji bo Tirka ne ji bo Laza heta îro tiştekî bikêr nekiriye. Tenê li devê PKK û yênli Qendîlê dinêre. Bereksê vê divê li hemberî evana bisekiniya. Wexta ku vê miletê dengê xwe da te got 'were pirsgirêkên miletê çareser bike.' Gel ji tere na got were bibe piştgirê çal û berîqatên terorîstên PKKyî."