Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş beşdarî civina hevkariyê ya Serokatiya Bajarê Enqereyê ya HDPyê bû û li wir axivî.
Demirtaş behsa pevçûna li Diyadîna navçeya Agiriyê kir û got ku ew ê her tim bi rik bibejin aştî.
Demirtaş wiha axivî: "Em ê tu carê guh nedin van provokasyonan. Ew leşkerên ku we şandin li ser PKKyiyan jî zarokên me û birayên me ne. Canê wan canê me ye. Ew PKKyiyên ku hûn hewl didin bikujin jî ewladên me, birayên me û canê me ne. Em ê destûrê nedin ku bila hevdu bikujin. Em ê êdî destûrê nedin ku li vî welatî xwîn birije."
Demirtaş got ku Serokatiya Sererkaniyê li Sêrt, Hekarî û Şirnexê operasyonan dike û wiha got: "Cemîl Bayik daxuyand û got ku em naxwazin şer bikin, em êdî dixwazin dev ji çekan berdin."
Demirtaş behsa hilbijartinan jî kir û wiha dewam kir: "Niha dest pê kirin dibêjin rayên xwe nedin partiya ku bi siyasetê çekan ve dike. Kî bi çekan rayan dixwaze û hildide Xwedê hezar car belaya xwe bide wî. Kî baweriya xwe bi çekan bîne û bixwaze rayan hilde Xwedê fitîl fitîl ji pozê wî bîne. Xwedê nesîb neke ku ew hilbijartinan bibîne. Em bin em, hûn bûn hûn. Lê em ê nehêlin ku ew bi rewşeke provokasyonê û vî halî Tirkiyeyê here hilbijartinê."