Endamên Lijneya Birêvebirinê ya Navendî yên nû yên AK Partiyê hatin diyarkirin.
Piştî Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn a AK Partiyê Lijneya Birêvebirinê û Biryarê ya Navendî ya nû (MKYK) civîna xwe ya ewil di bin serokatiya Serokê Giştî û Serokwezîr Ahmet Davutoglu de li navenda giştî li dar xist.
Dema ku civînê berdewam dikir, Omer Çelîk daxuyanî dan rojnamevanan. Çelîk da zanîn ku di civînê de Lijneya Birêvebirinê ya Navendî (MYK) ya partiya wî hat diyarkirin. Li gor agahiyên ku Çelîk dan MYK ji van kesan pêk tê:
"Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Karên Siyasî û Hiqûqî Berpirsyar e Mehmet Alî Şahîn, Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Karên Teşkîlatê Berpirsyar e Mustafa Ataş, Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Karên Hilbijartinê Berpirsyar e Bekîr Bozdag, Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Nasandin û Çapemeniyê Berpirsyar e û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk, Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Têkiliyên Derve Berpirsyar e Mevlut Çavuşoglu, Arîkara Serokê Giştî ya ku ji Polîtîkayên Civakî Berpirsyar e Nukhet Hotar, Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Birêvebiriyên Herêmî Berpirsyar e Mehmet Ozhasekî, Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Karên Aboriyê Berpirsyar e Nacî Agbal, Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Civaka Sivîl û Têkiliyên Gel Berpirsyar e Selçuk Ozdag, Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Karên Malî û Îdarî Berpirsyar e Vedat Demîroz, Arîkara Serokê Giştî ya ku Lêkolîn û Pêşxistinê Berpirsyar e Fatma Betul Kaya, Arîkarê Serokê Giştî yê ku ji Mafên Mirovan Berpirsyar e Ayhan Sefer Ustun, Arîkara Serokê Giştî ya ku ji Hawirdor, Bajêr û Çandê Berpirsyar e Çîgdem Karaaslan."
Abdulhamît Gul jî bû Sekreterê Giştî yê AK Partiyê.